Learn Kurdish Language while listening to short and amusing stories.
Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons
Youtube: https://www.youtube.com/channel/UCvutKJerMREoQtzXiQaDNBQ Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons Instagram: https://www.instagram.com/kurdishlessons_/
Hamburgerek û Petatên SorkirîEw birçî ye. Ew diçe McDonaldsê. Ew di dorê de disekine. Ew li hêviya doro xwe ye. Ew hamburgerekê sîparîş dide. Ew pakêteke mezin a petatên sorkirî sîparîş dide. Ew sodayeke mezin sîparîş dide. Ew haqê sîparîşa xwe dide. Ew meqbûza xwe distîne. Ew li hêviya xwarina xwe dimîne. Ew hejmara wî dibêjin. Xwarina wî amade ye. A Hamburger and FriesHe is hungry. He goes to McDonald’s. He stands in line. He waits his turn. He orders a hamburger. He orders large fries. He orders a large soda. He pays for the order. He gets his receipt. He waits for his meal. They call his number. His meal is ready.
Niha ez çend salî me, kî me, nizanim. Lê dema ku diya min ev çîrok ji min re got, ew 2016 salî bû û ez jî şeş heft salî bûm. Wekî ku hûn jî dizanin, tştên zarokatiyê ji “bîr”a mirov naçin. Ev hevok bawer im serê "bîr”a mirov bi xwe ye. Jixwe ti mirov nizane "bîr”a wi ji ku derê dest pê dike. Ku mirov zanibûya "bîr”a wi ji ku derê dest pê dike, we li dû biçûya û wê harakîri bikira.
Şofêrên Gundan
Rêwî me, di otobusê de me. Rêwitiya me ber bi gund ve ye û rêwîyên me jî hemû gundî ne: jin, mêr û zarok hene. Ji ber ku rêya gund ne bi qîr û asfalt e, kert û kortal lê vebûne û ava barana vê buharê hîn jî di wan kortalan de dibiriqe.
Şofêrên li gundan pirî caran ecêb dibin, lewra dema ew ji ser keran dadikevin, dest ji hefsarên hespan berdidin û li ber dîreksiyonekê rûdinin, ji wan wetrê ew ê êdî ji vê dunyayê jî derkevin. Û derdikevin jî… ji dunyayê der û dûr dikevin. Lewra di demên welê de haya wan ji wan nabe ka ew çawa diajon. Û Xwedê dizane piraniya ji van şofêrên gundî ehliyetên ajotinê jî nînin. Ew bawer dikin ku meriv tenê pêl pedalan gaz û frênê dikin, vîtesan bi cih dikin û dîreksiyonan çerx dikin. Lewra şofêrê me jî anuha tenê evê yeko dike û evî karî dike: dajo.
Her cara ku gironekên otobusê rastî kortaleke rê tê, di hundurê otobûsê de em li çep û rastê xwe, li jêr û jora xwe weke ava dewlekê diçelqin, em destê xwe bi derina ve digirin ku em li hêlekê nekevin.
Ji rêwiyan yekî bi şaşik deng li şofêr dike ku ew hinekî hêdî bajo. Lê deng naçe şofêr an jî ew deng nabe xwe. Mêrikê bi şaşik dîsa bang lê dike û jê dixwaze ku hêdî bajo. Lê şofêr her weke xwe ye û weke xwe dajo. Mêrikê bi şaşik cara sisêyan bi dengekî bilindtir re ji kursiyê radibe ser xwe û dibêje:
Mîna ku şofêr bixwaze serhişk bimîne destê xwe jî ji ser dîreksiyonê radike, weke baweşînkekê li ba dike û dibêje:
Weke nîşana nerihetiyê ufînî bi hecî dikeveî bêyî ku ku cihê xwe rûne, vê carê bi hêrs dibêje.
Şofêr î zirzop jî bi qasî wî nerihet dibe û dibêje:
Hecî bi hêrs dest davêje şaşika serê xwe, sererast dike û dibêje:
Û yekî din, nerind û firqûzekî din li hêla dawîn xwe aciz dike, bi gotinan dikeve navîna şofêr û hecî û destê xwe ber bi hecî dirêj dike.
Yek ji wî, yek ji yê din… pêvçûnek derdikeve û hundurê otobûsê ji wan kert û kortalên rêya gund xirabtir diheje.
Hesenê Metê
Êvareke reş û tarî ber bi şevê de diçû. Heyvê xuya nedikir û çav çavan nedidît. Li derve baraneke hûr hûr dibarî. Baranê bêhna erdê xweş kiribû. Yek car ji dûr ve ewtîn û zûrîna kûçikan dihat. Hin kesên ku dereng mayî gavên xwe bi lez diavêtin, por û sermilkên sakoyên wan şil bûbûn. Solên wan ji ber baran û axê di nav heriyê de mabûn. Gava li derî xistin û ketin hundirê malê jin û zarokên li salonê ku guhê xwe û laşê xwe dirêjî ber bi odeya mêvanan kiribûn xwe dan alîkî ji bo mêvan derbas bibin. Piştre dîsa guhê xwe bel kirin ber bi odeya mêvanan ve.
Ji pirtûka Kenan Soylemezî, Şakir: tizbî, destmal û taske av
Ez çûm mala hevalên xwe.
Min hevalên xwe dîtin.
Hevalên min xwarin çêkir.
Hevalên min xwarinên xweş û çay çêkirin.
Dê û bavê hevalên min hatin.
Wan jî xwarin xwar.
Piştî xwarinê wan çay vexwar.
Çay xweş û germ bû.
Birayên hevalên min hebûn.
Birayên wan jî xwarin xwar û çay vexwar.
Piştî çayê me şebeş, pirteqal û sêv xwarin.
Me sêvên sor û sêvên kesk xwarin.
Piştî xwarin, çay û fêkiyan em çûn derve.
Li derve hewa xweş bû, ne germ bû û ne sar bû.
Em piçekî çûn û me parkek dît.
Park mezin bû û li wir gelek dar hebûn.
Em ketin parkê.
Em li wir geriyan.
Piştî parkê em çûn mala hevalên din.
Mala hevalên din ne dûr bû, nêzîk bû.
Me li wir jî xwarin xwar û çay vexwar.
Em gelekî têr bûn. Me nexwest bixwin.
LI MALA ME
Carekê, li mala me civatek rûniştîbû, ji nişka ve, xortekî boz, porser û çavşîn li deriyê me da. Derbasî hundir bû, yek û yek silav da civatê û rûnişt. Reng û rûyê wî xortî gelekî balkêş bû. Ev civata rûniştî jî, hemû esmer û çavreş bûn.
Hema min dît yekî ji civatê yekser berê xwe da wî mêvanê nû û got: Dizanî ku dilê min bi yên weke te boz dişewite? Taybet di werzê havînê de. Hûn gelek xweh didin. Yekî dî dest pê kir û got, çermê spî gelekî lawaz e, nikare mîna yê esmer bergêriyê ji xwe bike. Yekî dî ji destê wan girt û got, bêguman rengê esmer tim ji yê spî çêtir û ciwantir e. Yekî dî got, çavên reş jî ji yên şîn xweşiktir in. Yekî dî got, ma ne ji lewra piraniya helbestvan û dengbêjan pesnê esmeran û çevên reş daye?
Heta demekî ev babet dane dest hev. Hemûyan teqez li wê yekê kir ku postê spî, porê zer, çavên hêşîn tu buhayê xwe nîn in, bi taybet bo zilaman.
Hîç derfet nedane wî gencî ku biaxive, yan jî bergêriyê ji xwe bike. Hema hêdîka xortê çûr, boz, porzer û çavşîn, zanî ku cihê wî di vê civatê de nema. Da xwe û rabû şipiya da ku here. Lê beriya ku bi rê bikeve, bi yek gotinê bersiva hemûyan da û got: Ew pertalê gelekî baş e, ne pêdiviyê riklamê ye.
*Ev çîrok ji pirtûka bi navê ''Kenê Reş'' hatiye standin.
Useful expressions from the text:
To follow me on Youtube click here
Girava Skopelosê
Beriya 2 hefteyan Mirad û hevala xwe bi hev re çûn betlaneyê. Wan dixwest biçin cihekî nêzî behrê û li wir bikevin avê. Mirad jî, hevala wî jî ji avê gelekî hez dikin. Di destpêkê de wan nedizanî biçin ku lê paşê wan biryar da ku herin giravekê. Li ser internetê lêkolîn kirin, ji hevalên xwe pirsîn û dawiya dawî wan cihek hilbijart. Wan got, em ê herin Skopelosê. Skopelos li Yunanistanê giravek e.
Ji bo ku herin Skopelosê, ew pêşî çûn Yunanistanê û ji wir jî bi feribotê çûn giravê. Wan di rêyê de li deryayê temaşe kir, derya çi qas paqij û şîn bû. Kêfa wan gelekî ji şînbûna deryayê re hat û bi kelecanî li hêviya xelasbûna rêyê man. Ji Volosê heta Skopelosê bi ferîbotê nêzî 4 saetan bû. Wan demeke dirêj li deryayê nêrî û di nav xeyalên xwe de wenda bûn.
Dema ku gihaştin Skopelosê, hewa gelekî xweş bû. Hêj nebûbû nîvro û piçekî hînik bû. Bêhna ava şor, bêhna deryayê ji her derî dihat, çi qas xweş bû! Ji ber ku Skopelos ne giraveke gelekî mezin bû, wan bi hêsanî otêla xwe dît. Wan nexwestibû li otêleke gelekî mezin bimînin loma wan rezervasyona xwe li otêleke bûtîk çêkiribû. Dema ku Mirad û hevala wî otêla xwe dît, wan ferq kir ku wan biryareke rast dabû. Otêleke sê-qetî, rengê spî, bi balkonên piçûk, gelekî şêrîn xuya dikir. Roja pêşî wan li otêlê û derdora wê bêhna xwe da û ji bo rojên din planên xwe çêkirin.
Betlaneyeke dirêj – a long vacation
Giraveke dûr - a far away island
Rêyeke xweş – a nice path/way
Deryayeke paqij û şîn – a clean and blue sea
Hewayeke hînik – a cool weather
Aveke şor - a salty water
Otêleke bûtîk – a boutique hotel
Biryareke rast – a right decision
Çûn betlaneyê – to go on a vacation
Biryar dan – to make a decision
Lêkolîn kirin to research
Temaşe kirin – to watch
Wenda bûn – to get lost
Bi hêsanî dîtin – to find easily
Bêhna xwe dan – to relax
Xwestin - to want
Present Tense
Past tenses
Di vê podcasta nû de min behsa sê pirtûkan kir.
Yek ji wan min xelas kir. -- Biranîn
Yek ji wan min nîvco kiriye. - Bendar
Û ya din jî min nû destpê kiriye. - Jinbûn an Dayikbûn
Di vê podcastê te ez ji we re behsa xwendekarên xwe dikim. Xwendekarên min kî ne? Çima hînî kurdî dibin? Min çawa dest bi dersbêjiyê kir? û hêj gelen tiştên din...
Li ser jiyana min a van rojan, ez çi dikim? dixwazim çi bikim? Rojên xwe çawa derbas dikim?
Min di vê podcastê de piçekî behsa xwe û piçekî behsa Stenbolê kir.
➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com
➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons
To follow us on social media:
➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless...
➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons
➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com
Çîrok - the story
Ev Gewro ye.
Gewro cenawirekî xwînşêrîn e.
Kumekî wî heye û navê kumê wî Qoqo ye.
Kumê wî gelekî kevn e lê ew ji kumê xwe pir hez dike.
Gewro û Qoqo heval in.
Ew hevalên baş in.
Ew her roj bi hev re diçin bazarê.
Ew her roj bi hev re taştê, firavînê û şîvê dixwin.
Carinan ew bi hev re diçin dibistanê.
Carinan ew bi hev re diçin bajarên mezin.
Gewro ji bajarên mezin hez dike.
Lê Qoqo ji bajarên mezin hez nake.
Pirs - questions:
1- Navê wî çi ye?
2- Gewro cenawirekî çawa ye?
3- Navê kumê wî çi ye?
4- Kumê wî nû ye, rast e.?
5- Gewro û Qoqo bira ne?
6- Ew ne hevalên baş in, rast e?
7- Ew her roj diçin ku?
8- Ew her roj çi dixwin?
9- Ew carinan bi hev re diçin kû?
10- Ew diçin bajarên çawa?
11- Kî û Kî carinan diçin dibistanê?
12- Gewro û Qoqo naçin bajarên mezin, rast e?
13- Kî ji bajarên mezin hez dike?
14- Kî ji bajarên mezin hez nake?
Listen to story very carefully!
And here is the description:
Hebû tunebû. Li çoleke gelekî dûr marek hebû. Navê vî marî Sîso bû. Dê û bavê Sîso ji wî dûr bûn. Sîso dixwest cihên nû, heywanên nû, hevalên nû, serpêhatiyên nû biceribîne. Sîso li çolê digerî lê êdî ji çolê aciz bûbû. Av tunebû, dar tunebûn, giya tunebûn. Sîso biryar da, got; ''Ez ê ji van deran biçim. Ez dixwazim li cihekî hînik, li bin darekî, li ber avekî jiyana xwe bidomînim.'' Sîso amadehiyên xwe kirin û ket rê.
Çû, çû, çû û çû.. Sîso gelek çol dîtin, gelek marên din dîtin. Lê ew mar bextewar bûn. Wan nedixwest jiyana xwe biguherînin. Sîso hin pirtûk jî kiribûn çenteyê xwe. Pirtûkên li ser behran, pirtûken li ser masiyan... Sîso carinan disekinî û ew pirtûk dixwendin. Sîso zanî, hê gelek rêya wî hebû lê ne xema wî bû. Ew di rê de jî gelek bextewar bû. Sîso dîsa çû, çûû, çûûû û hey çûûûû. Ew nizane çend roj derbas bûn.
Roja din, Sîso hîs kir ku behr nêz e, av nêz e, dar nêz in... Sîso hinekî din jî çû.. Wî rêya xwe xelas kir û aveke mezin, aveke bêserûber dît. Erê, ev behr bû. Sîso her tim behr di pirtûkan de dîtibû. Lê ev behr ji behra di pirtûkan de xweşiktir bû. Behr şîn bû, paqij bû, dawiya behrê xuya nedibû. Sîso bextewar bû..
Listen to story carefully and answer the questions!
Çîroka Şêro,
Şêro navê pisîkê Delalê ye û ew 2 salî ye. Çavên Şêro rengîn in. Çavekî wî kesk e û çavekî wî jî şîn e. Ew pisîkekî summer û şêrîn e. Şêro pisîkekî zana ye. Ew bi Kurdî, Frensî, Portekizî û Inglîzî dizane. Hevalên Şêro gelek in û Şêro ji hevalên xwe pir hez dike. Ew gelek caran bi hev re diçin nêçîra mişkan.
Questions - Pirs
1- Navê pisîkê Delalê çi ye?
Navê pisîkê Delalê Şêro ye.
2- Şêro çend salî ye?
Şêro du salî ye.
3- Çavên Şêro reş in?
Na, çavên Şêro rengîn in. Yek kesk e û yek şîn e.
4- Şêro pisîkekî tiral e?
Na, Şêro pisîkekî zana, şûm û şêrîn e.
5- Şêro bi kîjan zimanan dizane?
Şêro bi Kurdî, Frensî, Portekizî û Inglîzî dizane.
6- Şêro bi hevalên xwe re çi dike?
Şêro bi hevalên xwe re diçe nêçîra mişkan.
➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com
➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons
To follow us on social media:
➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless...
➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons
➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com